Şehîd Amed Kobanê (William Savage)

Amed Koban - Main

 

William Savage di destpêka sala 2015’an ji bo piştgiriya têkoşîna azadiya li Rojavayê Kurdistanê tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibû. William navê Amed Kobanê ji xwe re hilbijartibû û di astekî bilind de di şerê li hember DAIŞ’ê de alikariya xwe ji dil û can pêşkeş kir û di çendîn operasyonên leşkerî de cihê xwe girt. Wî dizanî ku bê idaletî li dijî her însanekî li her aliyê dinyayê dikare metirsiyek mezin li ber me hemiya be, ji ber wê, berpirsyariya sekinandin li hember wan tehdîdan bi serbilindî pêkanî. Tevî hemû cêwaziyan, William baweriya me di avakirina jiyanek aştiyane û hevbeş zêde dikir.

„Çareseriya rewşa niha wê dem bikişîne û ez jî ji bo demdirêj hatime, di aliyê şer û jiyan de zehmetî hebûne lê dîsan ji bo min tecrûbeyek mezin e. Di her aliyê ku bikarim ez ê aliakriya xwe dewam bikim,“ Amed hatina xwe ya destpêkê bo Rojava wisa şirove dikir. Heval Amed, ji bo tevlî hemleya ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê Minbicê dabû dest pê kirin be, gellek bi israr bû.

Di 10’ê Tebaxa 2016 dema ku hêzên Minbicê gavên dawiyê ji pengava rizgarkirinê davêtin, hevalê Amed û yekîneya wî ku ji destpêka operasyonan beşdarê wê pêngavê bibû di xelaskirina hezaran welatiyan de para xwe girt, herî dawî ew di dema serê ligel çeteyên DAIS’ê rastî topbarana dijmin hat û di encam de bi giranî birîndar bibû, tevî hemû hewldanên pizişkî hevalê Amed nehate xelaskirin û di wê rojê de gihîşte şehadetê.

Weke Yekîneyên Parastina Gel em sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata şehîd û hemû gelên Rojava û Amerîka dikin û bejna xwe li ber mezinahiya fedakariya şehîd ditewînin. Bîranînên William wê di dil û giyana hemû hevalên wî de zindî bimîne.

Amed Kobane

Navê Tevgerî: Amed Kobanê

Navê Rast: William Savage

Navê Dayikê: Nancy

Navê Bav: Reginald

Cihê Ji Dayikbûnê: Maryland / USA

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 10 Tebax 2016